ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Eraxçî Bersiv Da Trump: Armanca guhertina rejîmê ne pêkan e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraxçî diyar kir ku armanca Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo guhertina rejîmê ne rasteqîn e. Araxçî destnîşan kir ku Tehran amade ye rageşiyê kêm bike û parast ku êrîş di çarçoveya "xweparastinê" de ne. -
Piştî êrîşa Îranê şer li herêmê belav dibe
Piştî ku DYE û Îsraîlê sibeha 28’ê Sibatê li dijî Îranê êrîş dane destpêkirin li gelek welatên herêmê teqîn çêbûn. Hate îdîakirin ku di êrîşan de serokê olî yê Îranê Alî Xameneyî û Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî hatine hedefgirtin. -
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de zêdeyî 40 xwendekar hatin qetilkirin
Di êrîşa li ser dibistana seretayî ya xwendekarên keç a li eyaleta Hurmuzgan a li Îranê de zêdeyî 40 xwendekar hatin qetilkirin. -
Tevgera Nuceba ya Iraqê jî tevlî şer dibe!
Tevgera Nuceba ya Iraqê ragihand ku ewê tev lî şerê Îranê yê li dijî Emerîka û Îsraîlê bibin. -
Hizbullaha Iraqê: Em ê êrîşî baregehên DYE’yê bikin
Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê ragihand ku ew ê di demek nêzîk de êrîşên ser baregehên leşkerî yên DYE’yê bidin destpêkirin. -
Iraqê êrîşa li dijî Heşdî Şabî piştrast kir
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku di êrişa li herêma Cerf Sexir ya Babilê de, du endamên Heşdî Şabî mirine. -
Konsolxaneya DYE’yê ya li Hewlêrê hate hedefgirtin
Îranê êrişî konsolxaneya Emerîka û baregeha leşkerî ya Emerîka ya li navçeya Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê kir. -
Gelek rayedarên dewletê di êrîşa li ser Îranê de hatin kuştin
Hat ragihandin ku di êrîşa Îsraîl û DYE’yê ya li dijî Îranê de gelek fermandarên payebilind ên Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê (IRGC) û berpirsên siyasî yên nêzîkî Îranê di êrîşên hewayî û deryayî de hatine kuştin. -
Nuqteyên Heşdî Şabî hatin hedefgirtin
Nuqteyên Heşdî Şabî yên li parêzgeha Babilê hatin hedefgirtin û di encamê de du endamên hêzên Heşdî Şabî mirine. -
Îranê bersiv da Îsraîlê: Bi dehan moşek avêtin
Piştî ku DYE û Îsraîlê li dijî Îranê êrîş dane destpêkirin Îranê jî bersiv da û bi dehan moşek avêtin Îsraîlê. -
Îsraîl li dijî Îranê êrîş da destpêkirin
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê êrîşên astengkirinê dan destpêkirin. -
Îngilîstanê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt
Balyozxaneya Îngilîstanê ya li Tehranê bi hinceta, “rîskên herêmî û rewşa ewlehiyê” bi demkî girt û hemû xebatkaran derxistin derveyî welêt. -
Gelek welatan xwestin welatiyên wan bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin
Gelek welatên ji Amerîkaya Bakur, Ewropa û Asyayê ji welatiyên xwe xwestin ku ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê bi lezginî Îsraîl û Îranê biterikînin. -
Çînê bang li welatiyên xwe kir ku 'di zûtirîn demê de' ji Îranê derkevin
Çînê ji ber zêdebûna rîskên ewlehiyê, bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku "di zûtirîn dema gengaz de" ji wî welatî derkevin. Rêveberiya Pekînê her wiha xwest ku ji hemû geştên ber bi Îranê ve bên dûrxistin. -
Nûnerê DYE’yê li Bexdayê têkildarî ‘qanûna bingehîn’ û ‘hikûmeta nû’ civiya
Serokê Konseya Bilind a Dadweriya Iraqê Fayîq Zêdan bi Nûnerê Taybet ê DYE’yê Tom Barrack re civiya. Di hevdîtinê de mijarên pêvajoya hikûmeta nû û egerên qanûna bingehîn hatin nîqaşkirin. -
Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li 2 xwişkan birî
Xwişkên bi navê Sagar û Gazel Qudrat ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi sûcdariya "lîderî ji protestoyan re kirine" bi 5 salan cezayê girtîgehê hatin cezakirin. -
Îdîaya fuzeya Îranê: Raporên îstixbaratê Trump piştrast nakin
Hat diyarkirin ku îdîayên Serokê DYE’yê Donald Trump ku dibêje wê Îran demek nêz ji bo hedef girtina xaka DYE’yê fuzeyekê pêş bixe, bi raporên îstixbaratê yên Emerîka nayên destekkirin. -
Vance: Êrîşa li ser Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance diyar kir ku êrîşeke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake. -
DYE'yê destûr da ku personelên ne mecbûrî ji Îsraîlê biçe
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku ji ber rîskên ewlekariyê destûr hatiye dayin ku persônelên ne mecbûrî li mîsyona dîplomatîk a li Îsraîlê ne û malbatên xebatkarên hikumeta DYE'yê ji Îsraîlê biçin. -
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtineke nû
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê bi navbeynkariya Ummanê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest bi tûreke hevdîtina nû ya nerasterast bikin. -
Li Îranê rojnamevan Îlaya Mihemed hate binçavkirin
Rojnamevan Îlaya Mihemed ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate binçavkirin. -
Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî DYE'yê da
Eniya Berxwedanê ya Iraqê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dema dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da û hişyarî da ku DYE bi rengekî yekser dest li karên navxweyî yên Iraqê werdide. -
Şefê Buroya NHK'ê li Tehranê hat girtin
Şefê Buroya Îranê ya saziya Japonyayê Nippon Hōsō Kyōkai (NHK) Shinnosuke Kawashima, di 20'ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin. Kawashima birin Girtîgeha Evînê. -
Ji xwendekarên zanîngehê banga grevê
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên 8 zanîngehan ji bo greva giştî ya 27-28'ê Sibatê bang kirin. -
Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Trump da: Derewên mezin
Îranê nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokê DYE'yê Donald Trump da ku Trump îdîa kiribû ku Tehran xwedî wan fuzeyan e ku dikare li xaka DYE'yê bixe. Tehranê îdîayên Washingtonê weke derewên mezin pênase kir.